Li 23 gundên Çewlikê qedexe hate ragihandin
Li 23 gundên Çewlikê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li 23 gundên Çêwlikê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Çewlikê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 8 navçeyên Çewlikê 23 gundewar wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.
Parêzgeriya Çewlikê ragihand jî, serdana herêmên ewle ji bo parastina mal û canê welatiyan heta 30ê Nîsanê qedexe ye.