Waliyê DAIŞê yê Ferêt hate desteserkirin
Artêşa Amerîka operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li derdora bajarokê Bokemalê kir û karî Waliyê DAIŞê yê Ferêt desteser bike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Amerîka operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li derdora bajarokê Bokemalê kir û karî Waliyê DAIŞê yê Ferêt desteser bike.
Ajansa “AA” belav kir, şeva borî hêzeke Amerîkî bi riya firokyan re operasyoneke daketina esmanî li ser gundê Baxoz ya ser bi Bokemalê kir.
Li gor zanyariyên wê ajansê, firokeyên Amerîkî ji binkeya Esedî ya Iraqî ya esmanî ew operasyon encam daye.
Wê ajansê amaje bi wê yekê kiriye, Waliyê DAIŞê bi otombîleke leşkerî ji Iraqê çûbû bajarokê Bokemal û di wê operasyonê de hate desteserkirin.