Penaberên Sûrî li ser sînorê Cezaîr û Mexribê asê mane
Zêdetir ji 50 penaberên Sûrî ji Cezaîrê hatine derxistin û li ser sînorê Mexribê asê mane û hikûmeta Mexribê jî red dike pêşwzayê li wan bike. Di nava wan de Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan
Zêdetir ji 50 penaberên Sûrî ji Cezaîrê hatine derxistin û li ser sînorê Mexribê asê mane û hikûmeta Mexribê jî red dike pêşwzayê li wan bike. Di nava wan de Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî hene.
Ji 6 rojan va 57 penaberên Sûrî ji aliyê hikûmeta Cezaîrê ve hatine derxistin û ber bi sînorê Mexribê ve hatine derkrin, lê li ser sînorê Mexribê jî hkumeta Mexribê red dike pêşwaziyê li wan bike.
Herwiha hikûmeta Mexribê bang li Balyozê Cezaîrê kiriye û Cezaîr tomet bar kiriye ku wê bi neçarî penaber şandine Mexribê.
Ji aliyê xwe ve jî Cezaîr bang li Balyozê Mexribê kir û ew tometên MMexribê red kirin.
Ew 57 penaber jî, ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê de jî di nava wan de hene, hîn jî li ser sînorê Mexribê ne û ti alîkarî negihane wan û di rewşeke gelek xrab de ne.