Kati Piri: Bi vê Destûrê Tirkiye nikare bibe endamê YE
Raportora Parlementoya Ewrûpayê li ser Tirkiyê Kati Piri ragihand ku, bi vê Destûrê Tirkiye nikare bibe endam di Yekîtiya Ewrûpayê de. Ji ber vê, egera berdewamiya danûstandinên endametiyê jî nî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan
Raportora Parlementoya Ewrûpayê li ser Tirkiyê Kati Piri ragihand ku, bi vê Destûrê Tirkiye nikare bibe endam di Yekîtiya Ewrûpayê de. Ji ber vê, egera berdewamiya danûstandinên endametiyê jî nî ne.
Pejirandina xalên nû yên Destûrî li Tirkiye piştî referendûma 16ê Nîsan a îsal, di qada Ewrûpa de dibin sedema gengeşeyan. Raportora Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri di bersîva rojnamevanan de ragihand ku, ger guherîn wekî hatin pejirandin bikevin nav Destûrê de, deriyên Yekîtiya Ewrûpa li ser Tirkiye dê bên girtin.
Li gor Piri, baştirîn rê pêkanîna danûstandinên taybet li gel Tirkiye ye, ne endametî di YE de.
Ev demek e pêwendiyên Ewrûpa û Tirkiye di nav aloziyan de ne. Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpa bi destwerdana karên navxweyî û piştgiriya terorizmê tewanbar dike. Ji aliyê xwe ve YE, Tirkiye sucdar dike ku, erkên xwe yên demokrasiyê pêknayne û bi vî şêweyî nikare bibe endam di YE de.