Keştiyeke Rûsî ya leşekerî noq bû

Li Tirkiyeyê dûrperavên Deryaya Reş Keştiyeka Şerî a Rusyayê û Keştiyeka Kargoyê lihevketin, piştre keştiya Rûsî noq bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê dûrperavên Deryaya Reş Keştiyeka Şerî a Rusyayê û Keştiyeka Kargoyê lihevketin, piştre keştiya Rûsî noq bû.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, Keştiya Şerî “Lîman” li nêzîkî tengava Stenbolê piştî ku bi keştiyeke din ya bazirganiyê lihev ket, noq bû.

Bûyer îro li devera Kîlyosê ya Stenbolê dûrperavên Deryaya Reş rû da. Keştiyeka Şerî a Rusyayê û Keştiyeke din ku ajalên zindî bar dikir lihev ketin.

Li gor Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê  hemû kesên li ser wê keştiyê bûn, ku 78 kes bûn hatine rizgarkirin.

 

Fly Erbil Advertisment