HPG: 14 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên navbera wan Arteşa Tirkiyê ya demên dawî de daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên navbera wan Arteşa Tirkiyê ya demên dawî de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê li bajarê Qersê 3, li bajarê Bidlîsê 5, Diyarbekirê jî 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûne.  Herwiha HPGê aşkere kir jî, di pevçûnên Diyarbekirê de 2 endamên wan jî canê xwe ji dest dane.

HPG di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku li gelek bajar û herêmên din jî şer rû daye, lê hejmara kuştiyên leşkerên Tirkiyê nehatiye zanîn.

2 roj berê jî firokeyên şerî yên Tirkiyê bingehên wan ên Metînayê bombebaran kirine.

 

Fly Erbil Advertisment