Şandeke ENKSê çû Misrê

Şandeke ENKS li ser vexwendina Serokê Şepêla Siberoj a Sûriyê çûn Mesrê. PYDê jî ji heman aliyê ve hatiye vexwandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke ENKS li ser vexwendina Serokê Şepêla Siberoj a Sûriyê çûn Mesrê. PYDê jî ji heman aliyê ve hatiye vexwandin.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24 re ragihand, ENKS ji aliyê Serokê Şepêla Sibaroja Sûriyê Ehmed El-Cerbe ve ji bo civîneke taybet bi rewşa Sûriyê hatiye vexwandin û niha ew şanda ENKSê li Qahîre paytexa Misrê ye.

Herwiha Biro da zanîn ku dê gelek aliyên siyasî û leşkerî dê beşdarî wê civînê bibin û dê bi giştî pirsa krîza Sûriyê di wê civînê de were gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyên gihêştine destê K24ê, ji bilî ENKSê, PYD jî ji aliyê Ehmed El-Cerbe ve bo wê civînê hatiye vexwandin.

 

Fly Erbil Advertisment