Diyarbekirî bo Qeyseriyiyan: ‘Werin em hev nas bikin’

Miftîtiya Diyarbekirê, projeyeke bi navê “Werin Em Hev Nas Bikin” da destpêkirin. Mexseda projeye ew e ku di navbeyna Kurd û Tirkan de pêwendiyên civakî pêşve biçin. Di vê çarçoveyê de ji bajarê Qeyseriya Tirkiyeyê 30 malbat hatin Diyarbekirê û li malbatên Diyarbekirê bûn mêvan. Mazûvan, Diyarbekirê bi mêvanan didin naskirin.

 

K24 – Diyarbekir

Miftîtiya Diyarbekirê, projeyeke bi navê “Werin Em Hev Nas Bikin” da destpêkirin. Mexseda projeye ew e ku di navbeyna Kurd û Tirkan de pêwendiyên civakî pêşve biçin. Di vê çarçoveyê de ji bajarê Qeyseriya Tirkiyeyê 30 malbat hatin Diyarbekirê û li malbatên Diyarbekirê bûn mêvan. Mazûvan, Diyarbekirê bi mêvanan didin naskirin.

Piştî rêwîtiyeke 7 saetan, 30 malbat ji bajarê Qeyseriya Tirkiyeyê gihîştin Diyarbekirê. Mêvanên Qeyseriyî ji aliyê mazûvanên Diyarbekirî ve bi dilgermî tên pêşwazîkirin. Miftiyê navçeya Peyasa Diyarbekirê Mehmet Sirri Şik li ser armanca projeye dibêje; ji bo pêwendiyên baş divê pêşî mirov hev nas bikin.

Miftiyê Peyasê Mehmet Sirri Şik li ser vê proseyê ji K24ê re wiha axivî:“Armanca me ew e ku em hev nas bikin, navê projeye jî ‘Werin Em Hev Nas Bikin’e. Lewra heger em hev û din nas nekin, heqîqeten mirovan dibin mudaiyên hev, em hev xelet fêhm dikin, carinan dilnexweşî çêdibe di nav mirovan de û ev jî di navbeyna Misilmanan de dibe sedema tefrîqayan. ”

Qeyserî bi 570 kîlometreyan ji Diyarbekirê dûr e. Piraniya mêvanan cara pêşîn tên Diyarbekirê. Mêvan dibêjin; ji ber aloziyên li bakûr her çiqas di nav duduliyê de mabin jî dema Diyarbekir û xelkê Diyarbekirê dîtine, gotine baş e ku em hatine.

Mêvan Halîl Îbrahîm Arslan dibêje: “Xelkê Diyarbekirê ji dil û can em pêşwazî kirin. Baş bû ku em hatin. Me berê jî dizanibû ku xelkê Diyarbekirê ji dil in lê me dît ku pir baş in. Ez bang li kesên ku van mirovan nas nakin jî dikim û dibêjim ka bila werin û vî bajarê xweş û van mirovên delal bibînin.”

Mêvan Semanûr Arslan jî dibêje: “Me Diyarbekirê di televîzyonê de dîtibû lê me dizanî wiha xweş e û xwedî dîrokeke qedîm e. Ji Diyarbekirê re digotin bajarê Pêxemberan e lê heta ku em nehatin, me wiha nedizanî.”

Mazûvanên Diyarbekirê dibêjin kêfa wan ji vê projeyê re hatiye û dixwazin ev çalakiyên wisa berdewam bin da ku Diyarbekir ne tenê bi aloziyan; bi dîrok, xwarin û xweşiyên xwe jî were naskirin.

Mazûvan Muhamed Emîn Kardeşlîk got: “Em mêvanên xwe li cihên dîrokî digerînin, em xwarinên Diyarbekirê pêşkêşî wan dikin. Em germî û biratiya xwe nîşanî wan didin, me deriyê xwe ji wan re vekir, hatin mala me.”

Mazûvan Muharem Xoce jî got: “Diyarbekira me xirab kirin, ev lîstikek bû hinek hatin xapandin. Em dibêjin Diyarbekirê bi vî navî nas nekin; bi ilm û îrfanê, bi aliman, bi medreseyên Diyarbekirê, bi navê Seyda Ustad Bedîuzzeman, Seyda Mele Huseyîn, Sezaî Karakoç.. Ev hemû jî zaten mezin in û ehlê ilm û îrfanê ne. Em naxwazin navê me bi nebaşiyê were behskirin. ”

30 malbatên mêvan piştî serdana 3 rojan dê dîsa vegerin Qeyseriyê û êdî ji bo ku ji Diyarbekirê jî 30 malbat bibin mêvanên wan dê dest bi amadekariyan bikin.

 

Fly Erbil Advertisment