Hunera peykersaziyê ligel jiyana penabertiyê
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê ku niha li Hewlêrê dijî, ew di nav mala xwe de mijûlî hunera peykersaziyê dibe û gelek caran peykerên şehîdên Pêşmerge an kesayetên Kurd yên xebatkar bê beramber saz dike, lê rewşa wî ya xerab gelek caran li pêş karî wî dibe rêgir û ji bilî vê yekê jî du zarokên wî yên bi nexweşiya Telesîmyayê hene.
K24 – Hewlêr

Luqman Dawod penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Hewlêrê dijî, lê cûdahiya jiyanî wî ew e ku di nav mala xwe de mijûlî sazkirina peykeran dibe, ev yek jî ji hezkirina wî ji vê hunerê re ye.
Di nav peykeran de gelek kesayetên navdar û şehîdên Peşmerge hene, tevî ku loqman di jiyaneke zehmet ya penabertiyê de dijî, û ew bê beramber peykeran saz dike, lê gelek caran rewşa wî ya aborî dibe bargiraniyek ji bo pêşxistina karê wî.
Du zarokên Luqman Dawod bi nexweşiya Telesîmiyayê ketine, ev yek jî bûye bargraniyeke herî mezin li ser debara jiyana wan.
Luqman bavê 6 zarokan e û bi xwe ji bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji destpêka penabertiya wî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ew mijûlî karê peykersaziyê ye.