Li Diyarbekir 16, li Çewligê 19 gundan qedexe hate ragihandin
Parêzgeriya Diyarbekir ragihand ku li 9 gundên Licê û 7 gundên Hênê heta fermaneke dûyem ji ber lidarxistina operasyonên dijî PKK’ê qedexeya derketina derve hatiya ragihandin. Li gel vê yekê Parêzgeriya Çewligê jî bi heman sedemê li 19 gundên Dara Hînê qedexeya derketina derve ragihand.

K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekir da zanîn ku li 9 gundên Licê û 7 gundên Hênê di 8’ê Gulanê de ji demjimêr 05.00’ê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Parêzgeriya amaje kir ku sedema qedexeyê ew e ku di herêmên navborî de endamên endamên pile bilind ên PKK’ê hatine tespîtkirin û dê li dijî wan operasyon were lidarxistin.
Parêzgeriyê hişyarî da ku bila welatî ji bo ewlekariya can û malê xwe li gorî qedexeyê tevbigerin.
Li aliyeke din Parêzgeriya Çewligê jî li 19 gundên navçeya Dara hînê heta fermaneke dûyem qedexeya derketina derve ragihand.