Ajokarê zarokên Silopiyê kuştine, hate girtin

Ajokerê panzêra polîsan ku li navçeya Silopî ya Şirnexê li malê ketibû û bibû sedemê mirina du zarokan, hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajokerê panzêra polîsan ku li navçeya Silopî ya Şirnexê li malê ketibû û bibû sedemê mirina du zarokan, hat girtin.

Li Silopiya Şirnexê, 4'ê Gulanê nîvê şevê otombêleke zirîpoş ya polîsan di nav kolanan de, bi awayek tund li malekê ketibû û hilweşandibû. Di bûyerê de du bira Mihemed û Fûrkanê 6 û 7 salî canê xwe ji dest dabûn.

Ser lêpirsîna dozgeriyê, ajokerê panzêrê hatibû binçavkirin û îro Dadweriya Ceza ya Silopî biryara girtina ajokarê da. Serdozgeriyê da xuyakirin, di kontrolên tendirustî de hatiye dîtin ku heşê ajokerê di serî de ye û lêpirsîn berdewam dike.

Dayika zarokan dabû xuyakirin, polîsan nehîştine zarok zûtir ji bin xaniyê rûxyayî derxin û li malê û nexweşxaneyê gefa bikaranîna çekan li wan xwarine.

 

Fly Erbil Advertisment