PYD banga partiyên siyasî dike: “Em dikarin lihev bikin”

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Sîhanok Dîbo destpêşxeriyekê bo aliyên siyasî yên di hundir û li derveyî Rêvebereriya Xweser pêşkêş dike û radigihîne, pêwist e niha hemû partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên ku di nava Rêveberiya Xweser de û yên li derveyî wê ne jî hevdîtineke bilez li ser bingehên destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin, lidar bixin.

K24 – Qamişlo 

Sîhanok Dîbo ji K24ê re got: “Biryara PYDê ya ku di kongreya 6emîn de hatiye standin ew e ku hevrêzî di helwesta siyasî çê bibe. Gava herî girîng ku bê avêtin jî ew e ku hemû hêzên siyasî yên tevlî Rêveberiya Xweser bûne û yên li derveyî wê jî li gorî destkeftiyên ku bidest ketine û li gorî asta wê ya leşkerî û dîplomasî pêwîst e hevdîtineke bilez li Qamişlo, Efrîn û Kobanê çê bibe.”

Dîbo got jî: “Pêwîst e hêzên siyasî platformeke Kurdî çê bikin û li gorî wî jî û li ser bingeha destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin helwest were nîşankirin. Şoreşa ku heta niha 6 hezar şehîd daye, divê li gorî wê gaveke pratîkî wer avêtin.”

Dîbo got: “Em wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê em dikarin lihev bikin, heger niyaz û viyan hebe, heger ev armanc zelal be, em di wê baweriyê de ne ku em dikarin lihev bikin.”

Fly Erbil Advertisment