Hevşaredarê Kayapinarê hate berdan

Hevşaredarê Kayapinarê yê DBPê Mehmet Alî Aydin hate berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Kayapinarê yê DBPê Mehmet Alî Aydin hate berdan.

Mehmet Alî Aydin di 7ê Berçileya 2016an de hatibû girtin û piştre jî ji kar hatibû dêrxistin. Herwiha Wezareta Derva dest danîbû Şaredariya Kayapinarê.

Hevşaredarê Kayapinarê bi tohmeta endamtiya PKKê dihat tohmetbarkirin, lê îro dadgehê biryara berdana wî da.

Heta niha 77 Hevşaredarên DBPê di zindanê de ne û Wezreta Navxwe dest daniye ser 85 şaredariyên DBPê.

 

Fly Erbil Advertisment