ENKS û HNKS bersiva destpêşxeriya PYDê didin

Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji bo lidarxistina platformeke Kurdî di nêzîktirîn dem de, aliyên siyasî yên ji derveyî Rêveberiya xweser dibînin ku PYD li Rojavayê Kurdistanê destladar e û pêwist e hin gavên rasteqîne ji bo nêzîkbûna Kurdî ji aliyê wê ve bêne dayîn.

 

K24 – Qamişlo

Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji bo lidarxistina platformeke Kurdî di nêzîktirîn dem de, aliyên siyasî yên ji derveyî Rêveberiya xweser dibînin ku PYD li Rojavayê Kurdistanê destladar e û pêwist e hin gavên rasteqîne ji bo nêzîkbûna Kurdî ji aliyê wê ve bêne dayîn.

Di dema dawî de Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo destpêşxeriyeke lidarxistina platformeke Kurdî ragihand. Serkirdeyên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêjin ku, ti gavên rasteqîne ji aliyê PYD ve derbarê destpêşxeriya navbûrî de nehatine dayîn û girtina nivîsîngehên ENKSê û binçavkirina serkirde û endamên wê dê bibin sedemên têkçûna çi hewldaneke yekrêziyê.

Endama Emîndariya Giştî ya ENKSê Heyat Qiço li ser vê destpêşxeriya PYDê ji K24ê re got: “Kesek tune ye ku naxwaze yekîtiyeke Kurdî çêbibe, lê pêwist e aliyê din lêvegerekê ji xwe re çê bikin û van kiryarên di derheqê ENKSê û alîgirên wê de rawestîne, çi girtina nivîsîngehan be û çi jî binçavkirina endaman be.”

Ji aliyê xwe ve serkirdeyên Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (HNKS) didin zanîn ku, sê destpêşxeriyên yekîtiya Kurdî ji aliyê wan ve hatine kirin û hin mercên lihevhatinan destnîşan dikin wek rawestandina kampînên xiyanetê li ser ragihandinê û serbestberdana girtiyên siyasî. Herweha pêwist e maseyên diyalogê bêne li darxistin.

Serkirdê di HNKSê de Emced Osman ji K24ê re got: “Pêwist e diyalog bi kêmasî wek workşopan bêne li darxistin û nakokiyên siyasî li ser maseya diyalogê bêne danîn. Herweha pêwist e tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê biryarên xwe dûrî ejindeyên herêmî û Kurdistanî bistînin.”

Di heyama kêmî salekê de gelek bangên li hevhatineke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn. Li gorî hin çavdêran ta niha ti hewldanên rastî ji aliyê tevgera siyasî ya Kurdî ve nehatine dayîn û her çarçoveyeke siyasî destpêşxeriyên yekîtiyan li gorî berjewendiyên xwe yên partîtî radighînin.