Dengbêjiya Serhedê li hember demê li ber xwe dide
Ji Herêma Serhed a Bakurê Kurdistanê dengbêjên bêhempa derketine ku bi salan hunera Kurdî bi dengên xwe yên xurt av dane. Lê mixabin niha nûnerên dengbêjiya serhedê gelek kêmin. Li gundê Seydîcan a Qersê dengbêjên wek Heqqî Xoce, Dengbêj Alê, Dengbêj Fethî li gel temenên xwe yên bilind li hember demê li ber xwe didin.
K24 – Qers
Ji Herêma Serhed a Bakurê Kurdistanê dengbêjên bêhempa derketine ku bi salan hunera Kurdî bi dengên xwe yên xurt av dane. Lê mixabin niha nûnerên dengbêjiya serhedê gelek kêmin. Li gundê Seydîcan a Qersê dengbêjên wek Heqqî Xoce, Dengbêj Alê, Dengbêj Fethî li gel temenên xwe yên bilind li hember demê li ber xwe didin.
Ev deng, dengê dengbêjekî Serhedê ye ku bi salan bi stranên xwe nûnertiya dengbêjiya Serhedê kiriye û bi navê Heqqî Xoce tê nasîn. Heqqî Xoce demeke dirêj e ku stranan nabêje, sedema vê yekê jî ew e civak êdî wekî berê eleqeyê bo dengbêjiyê nîşan nade. Lê berovajiyê vê nêrînê Heqqî Xoce dibêje ku dengbêjî yek ji hêmanên herî xurt a bingeha neteweyî ye û dibêje ew gelek bêriya rojên berê dike.
Dengbêj Heqqî Xoce ji K24ê re wiha got: “Xêra dengbêjiyê kurd tarîxa xwe nas dikin. Berê di demê me de em li odeyan kom dibûn. Me karê dengbêjiyê gelek dikir, em aşiqê dengbêjiyê bûn.”
Heqqî Xoce her çiqas nekaribe wekî berê bistirê jî dengbejiya xwe di dilê xwe de diparêze, lê dengbêjên ku êdî nekarin bistirên jî hene yek ji van jî Dengbêj Alê ye ku temenê wê niha li derdora 100’î ye. Dengbêj Alê hem ji ber temenê xwe yê bilind û hem jî ji ber nexweşiyan êdî nikare wekî berê bistirê.
Dengbêj Alê dibêje: “Çiyayê jorî çiyayê min e , warê jorî warê min e ez nadime kesî”
Gundê Seydîcan a Qersê wek kanzayeke ya dengbêjiyê ye û li gorî derdora xwe tenê li vê derê dengbêjî zindî maye. Dengbêj Fethî jî yek ji van dengbêjan e ku wî ji zaroktiya xwe ve mereqa xwe daye dengbêjiyê.
Dengbêj Fethî got: “Berê axa û beg hebûn, dengbêj dihatin hember hev û digotin. Niha kes, kesekî naecibîne.”
Heqqî Xoce, Dengbêj Alê û Dengbêj Fethî ji nifşên nû yê kurdan bi gilî ne ku dibêjin ciwanên kurdan ji dengbêjiyê gelek dûr in. Jİ ber vê yekê bang li ciwanên kurdan dikin ku dengbêjiyê binasin û lê xwedî derbikevin.