Fermandarekî Pasdarên Îranê li Iraqê hate kuştin

Fermandarekî artêşa Pasdarên Îranê di şer û pevçûnên di navbera Heşda Şeibî û çekdarên DAIŞê de li bakarokê Beac a li rojavayê Mûsilê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî artêşa Pasdarên Îranê di şer û pevçûnên di navbera Heşda Şeibî û çekdarên DAIŞê de li bakarokê Beac a li rojavayê Mûsilê hate kuştin.

Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, fermandarê di artêşa Pasdarên Îranê de Genral Şaban Nesîrî di encama şer û pevçûnên di navbera Heşda Şeibî û çekdarên DAIŞê de li bajarokê Beac hate kuştin.

Daxuyaniyê amaje bi wê da, rola Nesîrî ya karîger hebû di damezrandina rêxistina Bedir de û beşdarî di şerên li Sûriye, Iraq û Libnanê de kiribû.

Pester jî, ji ber beşdariya hêzên artêşa Pasdarên Îranê di şer kontrolkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de, çend fermandarên artêşa Pasdarên Îranê li Iraqê hatin kuştin.

 

Fly Erbil Advertisment