Li Ormiyê, leşkerên Îranê ketin kemîna hêzên PJAKê
Di şer û pevçûnên li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de, 2 leşkerên sînor ên Îranê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda nûçeyan
Di şer û pevçûnên li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de, 2 leşkerên sînor ên Îranê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Medyayên Îranê belav kirin, di dema guhatrina leşkeran li ser sînorê Îranê li parêzgeha Ormiyê de, tîmên Îranî ketin kemîna hêzên Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) de û di encamê de 2 leşkerên sînorî hatin kuştin û 7 leşkerên din birîndar bûn.
Her çend e piraniya medyayên Îranê behsa bi wî şerî kirine, lê heta niha PJAKê ti karvedaneke fermî li wî şerî nedane û ti zanyariyek jî aşkere nekirine.
