Tûra Internet û Mobile li Herêma Kurdistanê tê ragirtin
Wezîrê Perwerdê yê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezîrê Veguhastin û Gihandinê kir, di rojên ezmûnên niştimanî de rûra Internet bo Mobilan were ragirtin, da ku bi riya teknolojiyê ti gendelî di ezmûnan de rû nedin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Wezîrê Veguhastin û Gihandinê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku di hevdîtinekê de di navbera Wezîrê Perwerdê Piştîwan Sadiq û Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Mewlûd Murad de guftûgo li ser hevahengî û hevkariya di navbera herdu wezaretan de ku, bi taybet di dema ezîmûnên xwendekaran de yên pola 9 û 12 de.
Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Perwerdê ji Wezîrê Veguhastin û Gihandinê daxwaz kiriye, di rojên ezmûnan de tûra Internetê li ser Mobalian rabigire, da ku ti gendeliyên bi riya telnolojiyê çe nebin.