Platforma Parastina Sûrê hat ragihandin

Bi pêşengiya TMMOB’ê Platforma Parastina Sûrê hat ragihandin û hat diyarkirin ku mebest xwedîlêderketin û parastina Sûrê ye.

K24 – Diyarbekir

Sûra Navçeya Diyarbekirê, bi navê xwe yê din Diyarbekira Kevnare-(Qedîm), di nav 2 salên dawî de her di rojevê de ye. Li navçeya dîrokî, li 8 taxan biryara nûjenkirinê ango guherîna bajarî hatiye dayîn. Jûra Avahîsaz û Endezyaran TMMOB a Diyarbekîrê jî ji şêwaza veguhestin û nûjenkirinê ne razî ne û dibêjin; rûxandin û xebatên ku tên kirin, li gorî parastina taybetiyên navçeyê nayên kirin û bi nûjenkirinê re berhem û bermayiyên dîrokî jî tên tunekirin. Bi vê mebestê jî îro bi pêşengiya TMMOB’ê Platforma Parastina Sûrê hat ragihandin û hat diyarkirin ku mebest xwedîlêderketin û parastina Sûrê ye.

Rêvebira TMMOB’ê Buşra Salak, da zanîn ku ji saziyên navdewletî û Tirkiyeyê jî piştgirî distînin û divê her kes bi berpirsyarî di nav platformê de xwedî li Sûra Navçeya Diyarbekirê derkeve.

Li Sûra Navçeya Diyarbekirê, di Berfanbara 2015’an de şer û alozî dest pê kiribûn û li 6 taxên wê ku zêdetirê wan taxan bi temamî hatine rûxandin qedexeya çûyîn-hatinê hîn jî berdewam dike. Him li wan 6 taxan, him jî li 2 taxên din Lalebey û Elî Paşa biryara nûjenkirinê hatiye dayîn û li Lalebey û Elî Paşa rûxandina avahiyên valakirî dest pê kiriye û daxwaz tê kirin ku hemû şêniyên wan herdu taxan cihên xwe bi tevahî vala bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment