Li 30 gundên Çewlîgê qedexe hat ragehandin

Li 30 gund û deverên navçeya Darahênî ya Çewlîgê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Hat diyarkirin, amadekariya operasyoneke berfireh tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 30 gund û deverên navçeya Darahênî ya Çewlîgê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Hat diyarkirin, amadekariya operasyoneke berfireh tê kirin.

Parêzgariya Çewlîgê ragihand, beriya ku li gundewarên Darahênî operasyon dest pê bike, li 30 gundên navçeyê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin û ji niştecîhên deverê hat xwestin bo ewlekariya can û malên xwe pabendê biryarê bin.

Hat ragihandin, qedexe heta biryareke nû dê berdewam bike.

Qedexe devera tevî gundên Rîz, Geliyê Kûviyan, Kavar û Murtezanê 30 deveran digre nav xwe. Ev der ser sînorê navçeyên Licê û Pasûr yên Diyarbekirê cîh digre ku beriya çend rojan di sedî zêdetir gundewarên Diyarbekirê de qedexe hatibû ragehandin.

Li gor agahiyan di operasyonan de şer û pevçûnên dijwar rû didin.

 

 

Fly Erbil Advertisment