Salek zîndan bo Fîgen Yuksekdagê hat dayîn

Ji bo Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdagê salek cezaya zindanîkirinê hate dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdagê salek cezaya zindanîkirinê hate dayîn.

Îro dadgeha Yuksekdagê li bajarê Edeneyê bi rê ve çû. Dadgeha 11emîn a Edeneyê bi hinceta ku Fîgen Yuksekdag di axaftineke xwe de Dewleta Tirkiyê bêrûmet kiriye, salek cezaya zindanîkirinê da wê.

Berî niha mafê endambûna HDPê û parlementeriyê ji destê hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdagê hatibû standin.

Fîgen Yûksekdag ji 4ê Mijdara 2016an ve bi tuhmeta endamtiya PKKê girtî ye.