Altan Tan: Divê Mûsil û Kerkûk jî di nav dewleta Kurdistanê de hebin

Parlamenterê HDP'ê yê Diyarbekirê Altan Tan piştevaniya xwe referandûma serxwebûna Kurdistanê radigihîne û dibêje, divê di nav dewleta Kurdistanê de Mûsil û Kerkûk jî hebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDP'ê yê Diyarbekirê Altan Tan piştevaniya xwe referandûma serxwebûna Kurdistanê radigihîne û dibêje, divê di nav dewleta Kurdistanê de Mûsil û Kerkûk jî hebin.

Altan Tan derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de bo Peyamakurd axivî û got, daxwaza dewletê mafê bingehîn ê Kurdan e, divê Kurdên Başûrê Kurdistanê li Iraqê bi rêbazên aştiyane deweleteke serbixwe ava bikin û Tirkiye jî piştevaniya vê bike.

Tan da zanîn, ji xwe  ev 27 sal in li Başûrê Kurdistanê Kurd xwedî xweserî ne û divê Tirkiye û Îran û Bexda li dijî damezrandina dewleta Kurdî dernekevin. Da xuyakirin, di Kurdistana serbixwe de divê Kurd û Tirkmen û Ereb di nav aramiyê de bijîn.

Tan da xuyakirin, Tirkiye ditirse ku, serxwebûna Başûrê Kurdistanê karîgerî li Sûriyê û Kurdên Bakur bike ku ew jî daxwaza dewleta serbixwe bikin. Tan got, taybetmendiyên çar parçeyên Kurdistanê jihev cuda ne ku nîvê Kurdên Bakur li aliyê rojavayê Tirkiyê dijîn.

 

 

Fly Erbil Advertisment