Ewropa: Divê gotûbêjên bo endamtiya Tirkiyê bên rawestandin
Parlamentoya Ewropa bang kir ku, divê gotûbêjên bo endamtiya Tirkiyê bi awayekî zûtir bên rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Ewropa bang kir ku, divê gotûbêjên bo endamtiya Tirkiyê bi awayekî zûtir bên rawestandin.
Reşnivîsa rapora Raportera Parlamentoya Ewropa ya bo Tirkiyê Kati Piri, di Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoyê de, hember 3 dengan bi 51 dengan hat qebûlkirin. Di raporê de Tirkiye di gelek waran de bi binpêkirina nirxên Ewropa tê tometbarkirin.
Meha bê, dê rapor şêwaza xwe ya dawî bigre. Di raporê de, Tirkiye di warê girtina rojnamegeran, pêkanînên rewşa awarte, şer û tundiya li Bakurê Kurdistanê, azadiya ol û ramana kêmahiyan, girtina parlamenter û siyasetmedaran bûye sedemê rexneyên giran.
Her weha tê diyarkirin, li gor hin delîlan guman ketiye encamên referandûma guhertina sîstema rêveberiya Tirkiyê û tê xwestin demek zûtir gotûbêjin endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa bên rawestandin.