Komkujiya Sêwasê, 24 sal in ji dewletê tê pirsîn
Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê di otêla bi navê Madimakê de du xebatkar û 33 rewşenbîr bi giştî 35 kes hatibûn şewitandin. Rojnameger û Serokê Komeleyên Elewiyan ew roj bi wêneyan bibîr anîn û nirxandin.
K24 – Enqere
Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê di otêla bi navê Madimakê de du xebatkar û 33 rewşenbîr bi giştî 35 kes hatibûn şewitandin. Rojnameger û Serokê Komeleyên Elewiyan ew roj bi wêneyan bibîr anîn û nirxandin.
Li bajarê Sêwasê di sala 1993an de ji aliyê Komeleya Pîr Sultan Abdal ve çalakiyek tê lidarxistin û gelek rewşenbîr, hûnermend û rojnameger beşdarî vê çalakiyê dibin. Ji aliyê gelê Sêwasê ve bi hinceta ku "ol ji dest diçe"erîş li vê çalakiyê tê kirin û Otela Madimakê ya ku çalakî lê tê lidarxistin, bi destê wan êrîşkaran ve tê şewitandin. Di vê otela ku tê şewitandin de 35 kes canê xwe ji dest didin. Niha jî 24êmîn salvegera vê komkujiyê li gelek deverên Tirkiyê bi çalakiyan tê bîranîn. Serokê Komeleya Elewiyên Demokrat a Enqerê Murat Işık jî ew roja bûyerê bibîranî û diyar ku berpirsê vê bûyerê dewlet e.
Serokê Komeleya Elewiyên Demokrat a Enqerê Murat Işik ji K24ê re got: "Otêleke ku rewşenbîr û Pîr Sultan Abdal lê çalakiyêk lidar dixistin hate şewitandin. Her çiqas pê zanibin ku ev agir bi deste dewletê hatiye derxistin jî mixabin sucadarên vê bûyerê nayên eşkerekirin. Dewletê digot, 'wî hesabê mîha ku li ber qeraxa Firatê jî winda bibe ji me bipirsin.' Em jî ji dewletê ev 24 sal in dipirsin û em ê vê pirse jî berdewam bikin."
Li aliyekî din jî 24êmîn salvegera komkujiya otêla Madimakê li Enqerê bi pêşengehekê tê bîranîn. Di pêşangehê de wêneyên rewşenbîr, hunermendan ku ji aliyê rojnameger Mehmet Ozer ve hatine kişandin tên pêşandan. Ozerê ku şahidê bûyera Qetlîma Otêla Madimakê ye jî dibêje, beriya ku ev pêşangeh bandorê li ser gel bike, zêdetir bandora wê li ser xwe hîs dike û ji ber vê yekê jî şeş salan pêşangeh lidarnexistiye.
Rojnameger Mehmet Ozer dibêje: "Ez carînan ji xwe dipirsim gelo wekî şahidê bûyerê hebûna min baş e yan jî mirin, ji ber ku carînan mirin bi min xweştir tê. Çimkî ez li vir li ser navê wan 33 kesan diaxivim û min ev pêşengeh vekiriye û barê wê jî pir giran e. Niha tenê xweliyên Madimakê man û banga min jî ev e, vê xweliyê bigihîjînin hemû xizan, zarok, jin û hemû kesên din da ku ev roj neye jibîrkirin û da ev bûyer bê zelalkirin."
Hem rojnameger hem jî komeleyên elewiyan jî amajê pê dikin ku ev qetlîâm bi awayekî berfireh ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatiye zelalkirin û şexsên ku serkêşiya vê qetlîamê kirine nehatine girtin. Ew jî ji ber vê yekê dibêjin di dîroka Elewiyan de ne tenê ev qetlîam heye û dê ew jî li dijî van bûyer û qetlîaman her têkoşîna xwe berdewam bikin.