Tirkiye, Efrîn û devera Şehba dide ber topan: Qurbanî hene

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û devera Şehba topbaran kir. Hat ragehandin, di êrişan de 3 kesan canê xwe jidest dan û 7 kesên sivîl birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û devera Şehba topbaran kir. Hat ragehandin, di êrişan de 3 kesan canê xwe jidest dan û 7 kesên sivîl birîndar bûne.

Artêşa Tirk û grûpên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, şeva bihurî careke din gundên navçeya Şêrewa û navçeya Şera topbaran kirin. li gor welatiyên Efrînê ku bêhtir ji 20 top û mûşekan bûn.

Topek li mala gundiyekî Cilbirê ket, di encamê de 4 kesên sivîl birîndar bûn û bo nexweşxaneyên Efrînê hatin veguhastin.

Herwiha ji encama topbarana Tirkiyê li ser gundê Qestel Cindo, agir bi daristana li gundê Qestel Cindo ket û hejmarek mezin ji daran şewitîn.

Ji aliyekî din topxaneya Tirkiyê gundê Kefir Enton ya li devera Şehba da ber topan. Di encamê de 3 kes ji yek malbetê ku dayikek û 2 zarokên wê canê xwe jidest dan û 4 kesên din ji wê malbatê jî birîndar bûn.

Arteşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê dest bi amadekariya operasyoneke berfireh li dijî YPGê li Efrînê dikin. Ji berî cejna Remezanê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê û li devera Şehba yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, gundên Efrînê didin ber top mûşekan.