HSD derbasî nava Reqaya Kevin dibe

Di daxuyaniyekê de Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir, piştî bombebarankirina hêla pêşî ya çekdarên DAIŞê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karî derbasî nava Reqaya Kevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir, piştî bombebarankirina hêla pêşî ya çekdarên DAIŞê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karî derbasî nava Reqaya Kevin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji koma 2 hezar û 500 metro ji dîwarê dîrokî ya bajêr, tenê 25 metro jê hatin bpmbebarankirin, da ku HSD bikare tê re êrîşî ser baregehên DAIŞê bikin.”

Roja 2 Tîrmehê, HSDê çemê Ferêt derbas kir û ji aliyê başûrê Reqayê ve çû nava bajarê Reqayê.

Roja 6 Hezîranê operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kir. HSDê heta niha 5 tax ji Reqayê kontrol kiriye û di her sê aliyên rojava, bakur û rojhilatê Reqayê di pêşveçûnan de ye.

 

Fly Erbil Advertisment