Li Bidlîsê 10 rêveberên partiyên siyasî hatin binçavkirin
Li bajarê Bidlîsa Bakurê Kurdistanê û çar navçeyan, rêveberên HDP û DBPê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bidlîsa Bakurê Kurdistanê û çar navçeyan, rêveberên HDP û DBPê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Hat ragehandin, hêzên ewlekariya Tirkiyê, îro êriş birin ser gelek mal û navnîşanên endam û rêveberên partiyên siyasî. Di operasyonên navenda Bidlîs û navçeyên Tetwan, Xîzan, Modkî û Xelatê de hevserokên şaxên navçeyan jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat ragehandin û kesên hatine binçavkirin di birêveberiya Ewlekariya Bidlîsê de tên lêpirsînkirin.
Li aliyê din, 30 kesên ku beriya 5 rojan li Wanê hatibûn binçavkirin, îro hatin berdan.