HSD 38 kesên bi tuhmeta DAIŞê girtî bûn, azad dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 38 welatiyên Ereb ku bi tuhmeta endametiya DAIŞê girtibûn, serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 38 welatiyên Ereb ku bi tuhmeta endametiya DAIŞê girtibûn, serbest berdan.
Li ser daxwaza Encûmena Sivîl a Tebqayê, HSDê 38 welatiyên Ereb ku bi tuhmeta endamên DAIŞê ne girtibûn, serbest berdan.
Li gor ku HSDê ragihandiye, ku ew 38 kes destên wan di kuştinê de nebûn, loma wan li ser daxwaza Encûmena Sivîl a Tebqayê ew kes azad kirin.
Ev cara çaremîn e ku li ser daxwaza Encûmena Sivîl a Tebqayê welatiyên Ereb ên ku bi tuhmeta DAIŞê li cem HSDê girtîbûn, tên berdan.
Herwiha berî niha li Minbic û Girê Spî jî bêhtir ji 50 welatiyên Ereb ku tuhmetê endametiya di DAIŞê de girtî bûn, hatibûn azadkirin.