Ji ber fêrkirina sirûda "Ey Reqîb" hat girtin
Nivîskarê Kurd Hasîp Yanliç, ji ber fêrkirina sirûda Netewî ya Kurd "Ey Reqîb" hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskarê Kurd Hasîp Yanliç, ji ber fêrkirina sirûda Netewî ya Kurd "Ey Reqîb" hat girtin.
Endamê PENa Kurd Hasîp Yanliç û Rojnameger Mihemed Çakmakçî ku 4'ê Tîrmehê hatibûn binçavkirin, bi tometa endamtî û alîkariya rêxistina terorê, duh hatin girtin.
Dadgeha Diyarbekirê, di sedema biryarê xwe de da xuyakirin, sirûda Ey Reqîb, ya PKK ye û nivîskar Hasîp jî bo fêrkirina sirûdê hat tometbarkirin.
Sirûda Ey Reqîb ji hêla helbestvan Yûnis Reûf Dildar ve sala 1938'ê, 40 sal beryia damezrandina PKK hatiye nivîsandin. Komara Mehebadê jî ev sirûd di sala 1946 de wek Sirûda Netewî ya Kurd qebûl kir.