“Heşda Şeibî û PKK dixwazin Şingalê dagîr bikin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fermandariya Şingalê ragihand, “Destê PKK û Heşda Şeibî bi hevbeşî di talankirina mal û milkên welatiyên Şingal, Xane Sor û Tileferê de hene û bazara ne yasayî di navbera Iraq û Sûriyê de dikin, ku wek jêdereke baş ya darayî ji xwe re bikar tînin.”

Fermandarê Fermandariya Şingalê Qasim Şeşo ji ajansa “Anadolu” a Tirkî re ragihand, “Çekdarên Heşda Şeibî roj bi roj hêzên xwe li sînorê Şingalê zêde dike, armanc ji zêdekirina wê hêzê jî dagîrkirina Şingalê ye û dirustkirina Hîlala Şî'î ye, ev jî ku Îran çendîn sal e li ser wê kar dike.”

Ew fermandarê Kurd ê Êzidî ku ji destpêka dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve roleke wî ya li dijî wê rêxistinê hebû dibêje: “Em wek Kurdên Êzidî, fermadariya Şingal û hêza Pêşmerge tevahiya xaka Şingal bi beşek ji Kurdistanê dizanin û rê nadin ti hêz û prûpekê destdirêjî di xaka Şingalê de bike.”

Fermandarê Fermandariya Şingalê Qasim Şeşo
Fermandarê Fermandariya Şingalê Qasim Şeşo

Herwiha Qasim Şeşo gotiye: “Divê Heşda Şeibî rêzê li qurbaniyên Pêşmerge bo Şingal û wê karesata ku bi ser de hatiye bigire, ji ber ku ne rewa ye careke din ji ber milmilaneya siyasî û taifî Şingal bibe qurbanî û xwîn lê biherike. Îradeya gelê Şingalê bi Êzidî û Mislimanan jî ew e ku Heşda Şeibî û PKK li Şingalê nemînin, da ku rewş asayî bibe û koçber vegerin malên xwe û rêxistin jî karibin wî bajarokê ku wêran bûye avedan bikin.”

Fermandarê Fermandariya Şingalê amaje bi destdirêjiya çekdarên Heşda Şeibî û PKKê ya talankirina mal û samanên welatiyan kiriy û gotiye: “Ew grûpên ne destûrî yên li sînorê bajarokê Şingalê, kelûpel û mal û samanên welatiyên Şingal, Xane Sorê û Tileferê wek jêderekî darayî hevawayê DAIŞê li ser xwe dabeş kirine.”

Şeşo dibêje: “PKK û Heşda Şeibî bi bazirganeya ne yasayî û qaçaxîkirina kelûpelên welatiyên navçeyên li sînorê Iraq û Sûriyê yên ku di bin kontrola Heşda Şeibî û PKKê de berdewam in. Hemû cure kelûpelên li Sûriye qedexe ne, hawerdeyî Iraq û sînorê Şingalê dikin û difiroşin xelkê navçê.”

Hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê
Hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê

Qasim Şeşo derbarê dema derkirina PKK û Heşda Şeibî ji Şingalê de dibêje: “Em serbaz in û fermana serkirdeyên siyasî cibicî dikin. her demekê fermana hebe, tevahiya xaka Şingalê ji tevahiya hêzên ne destûrî wek PKK, YPG û hêzên din yên ser bi Heşda Şeibî ve pak dikin, lê baştir e ku bi rêkeftin û jihvtêgihêştin ev pors yekalî bibe.”

Fly Erbil Advertisment