HPG bîlançoya 2 salên şer radigihîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya du salên şer bi hêzên ewlekariya Tirkiyê re aşkera kir. Hat ragehandin, di heyama du salan de, ji 6 hezarî zêdetir leşker û polîs hatine kuştin û yek hezar û 116 gerîlayan jî canên xwe ji dest dane.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, pêvajoya aştiyê ya du salan, bi operasyona hewayî ya Artêşa Tirkiyê ku di 24'ê Tîrmeha 2015'ê encam da, dawî hat.

HPG, encamên şer û pevçûnên du salên dawî aşkere kir. Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniya HPGê, di heyama du salan de,

Artêşa Tirk 4 hezar û 330 operasyonên bejahî, asmanî û bi top û hawanan encam dane. 333 car şer û pevçûn derketine.

HPGê aşkere kir jî, gerîlayên HPGê di vê demê de 2 hezar û 239 çalakî encam dane. 6 hezar û 353 polîs û leşker hatine kuştin, ku 72 kes ji wan efserên pilebilind in.

Herwiha HPGê diyar kir, 585 otombêlên leşkerî hatine têkşikandin.

10 helîkopter û firokeyên F-16 hatine daxistin û 85 hatine derbekirin.

HPGê aşkere kir jî, di du salan de yek hezar û 116 gerîlayan canên xwe ji dest dane û 30 gerîla jî dîl ketine destê hêzên Tirkiyê.

 

Fly Erbil Advertisment