Rêbwar Talebanî: Iraq di dema bihêz de Kurd piştguh dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî ragihand, hikûmeta Iraqê berdewam di dema bêhêz de pişta xwe daye Kurd, lê ligel bihêzbûna xwe de jî mafê Kurd piştguh kiriye.

Rêbwar Talebanî îro di panelekê de li Hewlêrê got jî, Tirkmen û Xiristiyan xelkê resen ên Kerkûkê ne û ligel pirsa referandûmê ne, lê beşek ji Tirkmenan ku ne resen in, di berjewendiya derve de ne.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet amaje bi wê kir, di saya Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê de tevahiya pêkhateyên Kerkûkê bi aramî dijîn û rêwresmên xwe bi rê ve dibin.

 

Fly Erbil Advertisment