Bi vîdyo.. Otombîleke DAIŞê teqiya, peyamnêrê K24ê birîndar bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê Ridwan Bêzar, di dema ku romalkirina şerê bajarê Reqayê yê di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de dikir, duh li gel hejmarek ji rojnamevanên Kurd birîndar bû.

Piştî bûyerê Ridwan Bêzar ragihand, çekdarekî DAIŞê bi otombêleke bombekirî êrîşî avahiya ku rojnamevan tê de bûn kir û xwe li pêşiya avahiyê xwe teqand, di encamê de ew û rojnamevanên ku di wê avahiyê de birîndar bûn.

Ridwan Bêzar amaje bi rewşa xwe ya tenduristî kir û got, ew ji bo nexweşxaneya bajarê Kobanê hatin veguhastin û niha rewşa wan ya tenduristî cîgir e.

Herweha Redwan Bêzar got jî, ji bilî birîndarbûna wan, kamîra û mobaylên wan ligel otombêla rojnamevanekî bi temamî şewitîn.

Ev cara duyemîn e ku peyamnêrê K24ê Ridwan Bêzar di romalkirina şerê Reqayê birîndar dibe. 

Fly Erbil Advertisment