Huşyar Zêbarî: Ji ber van sedeman referandûmê bipaş naxin

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî di çarçova Sêyemîn Hevdîtina Zanîngeha Selahedîn ya bi navîşana “Referandûm û Çarenivîsa Herêma Kurdistanê ku bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li Hewlêrê bi rê ve diçe de ragihand, dema referandûmê naye paşxistin.
Huşyar Zêbarî got, hat daxwzakirin ku referandûm bê paşxistin, bi bihaneya ku dema ê ne guncaw e. hevdem tekez kir jî, referandûm di dema xwe de tê birêvebirin û heger bê paşxistin, ji aliyê xelkê û li ser asta navdewletî baweriya xwe jidest didin, ji ber wê jî ti carî bipaş naxin.
Hevdem ragihand jî, “Ewê dibêjin dem ne guncaw e, bila demekê ji me re destnîşan bikin, bila em hemû bizanin kengî guncaw dibe.” Zêbarî amaje bi wê jî kir, pêwîst e Kurd wê derfetê jidest bernede, dibe ku careke din ew derfet dubare nebe.
Huşyar Zêbarî got jî, ewên li dijî referandûmê ne, dixwazin xelkê bitirsînin, ti binemayeke wê ya rast tê de tune ye û tenê propaganda ye.
Huşyar Zêbarî da zanîn, bi şev û roj kar bo referandûmê dikin û tekezî li ser birêvebirina wê proseyê bi awayekî pak û zelal kir û beşdarîkirina çavdêrên biyanî jî bi pêwîstî zanî.