7 endamên PKKê canê xwe ji dest dan
Di encama operasyoneka asmanî de, 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama operasyoneka asmanî de, 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de, Serokerkaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, hêzên wan ên asmanî li dijî bingehên PKKê yên li herêma Xakurkê operasyon pêk anîne û bombebaran kirine.
Diyar kir jî, di encamê de 7 endamên PKKyê hatine kuştin. Herwiha senegerek doçkayê û ambareke çekan hatine tinekirin.
Derbarê operasyonê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.