K24 diçe nava mezintirîn kargeha çêkirina çekan li Tileferê
Kargeheke çêkirina çek û teqemeniyê ya DAIŞê li Tileferê ji aliyê hêzên Iraqî ve hate kontolkirin, ku wek mezintirîn kargeha çêkirina çek û teqemeniyan bû û di şer de bikar dihat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kargeheke çêkirina çek û teqemeniyê ya DAIŞê li Tileferê ji aliyê hêzên Iraqî ve hate kontolkirin, ku wek mezintirîn kargeha çêkirina çek û teqemeniyan bû û di şer de bikar dihat.
Tîma K24ê li Tileferê çû nava wê kargeha mezin û li gor wêneyan, heta berî DAIŞ ji wê kargehê derkeve û hêzên ewlehiyê derbasî wê bibin, kar tê de dihat kirin.
Efser û leşkerên artêşa Iraqê ji K24ê re ragihandin, ew mezintirîn kargeha DAIŞê li Tileferê ye û çek û teqemeniyên giran, mamnavend û sivik tê de dihatin çêkirin.
Niha hêzên Iraqê nêzîkî ji sedî 90 ji bajarokê Tileferê kontrol kirine û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê DAIŞ tenê li çend kolanan de mane. Fermandarên Operasyona Hevbeş ya Iraqê amaje bi wê dikin, Tilefer li ser asta leşkerî bi tevahî hatiye kontrolkirin.