Barzanî bo Kurd li derveyî welat: Dengê we ji bo serxwebûn be

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek arasteyî revenda Kurdê ya li Ewropayê dike, ku ji bo piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê li bajarê Kolna Almanyayê fîstevalê bo serxwebûna Kurdistanê bi rê ve dibin. Barzanî spasî û xweşhaliya xwe ji bo Kurdên li derveyî welat kir ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û dengê wan yên serbilind piştgermiyê dide xelkê li hundirê Kurdistanê.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye “Di roja 25ê Îlona bê de referandûm tê kirin, bo gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û berve serxwebûnê gavan bavêje. Biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ne û serweriyeke mezin ya din e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de ye. Referandûm ne armanc e, lê amrazeke bo gihêştina aramanceke mezintir ku serxwebûn e. Ev jî ne tenê ji bo xelkê Kurd e, lê ji bo hemû netew û olên li Kurdistanê dijîn e.”

Di beşeke din hatiye “Em daxwaza tiştekî asayî û yasayî dikin. gelê Kurdistanê dixwaze di riya aştî û dûrî tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda, welatên cîran û yên navçê hebe. armanca referandûmê gihandina peyam û daxwaza welatiyên Kurdistanê ji cîhanê re, ku serxwebûn û aştiyê dixwaze. Gelê Kurdistanê bo karibe xwe biparêze û di aştiyê de bijî û berve pêş ve biçe, pêwîst e serbixwe bibe.”

Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji Kurdên derveyî welat kir û dibêje: “Di hemû boneyên netewî de min rola we dibînim, bo referandûma ku roja 25ê Îlonê jî daxwaz ji we dikim erkên nîştimanî û neteweyî û demokratîk encam bidin û bi hemû karînekê piştevanê serxwebûnê bin. Dengê we ji bo serxwebûnê be, ew jî bo bidawîhatina li bindestiyê û hilhatina roya Azad, bo dilsozî bi xwîna şehîdên me re, bo aştî û geşepêdanê, bo bextewerî ji neviyên dahatû re.”

 

Fly Erbil Advertisment