Li Kolnê festivala piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe
Li bajarê Kolna Almanyayê revenda Kurd di festivalekê de piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê derbirîn.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kolna Almanyayê revenda Kurd di festivalekê de piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê derbirîn.
Festival ji aliyê Komîteya Piştevaniya Serxwebûna Kurdistanê vet ê birêvebirin û tê de bi hezaran welatiyên Kurd bi Ala Kurdistanê û cilûbergên Kurdî beşdar dibin û bi dirûşman piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dikin.
Li gor karmameya festivalê hejmarek ji hunermendên Kurd bi stran û mûzîkê beşdarî karnavalê dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî peyamek arasteyî Kurdên li Kolnê beşdarî festival bûne kir û ragihand, Kurdên li derveyî welat kir ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û dengê wan yên serbilind piştgermiyê dide xelkê li hundirê Kurdistanê.
Herwiha Barzanî got: “Di roja 25ê Îlona bê de referandûm tê kirin, bo gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û berve serxwebûnê gavan bavêje. Biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ne û serweriyeke mezin ya din e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de ye. Referandûm ne armanc e, lê amrazeke bo gihêştina aramanceke mezintir ku serxwebûn e. Ev jî ne tenê ji bo xelkê Kurd e, lê ji bo hemû netew û olên li Kurdistanê dijîn e.”