Tirkiye amadekariyên leşkerî li sînorê Efrînê zêde dike
Hêzên çekdar ên Tirkiyê amadekariyan dike û yekîneyeke leşkerî li ser sînor li bajarê Kîlîsê li hember Efrînê bicih kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên çekdar ên Tirkiyê amadekariyan dike û yekîneyeke leşkerî li ser sînor li bajarê Kîlîsê li hember Efrînê bicih kiriye.
Medyayê Tirkiyê belav kirin, şeva borî hejmarek barhilgir pêwîstiyên leşkerî û tan û zirîpoş bajarê Kîlîsê li hember herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bicih kirin.
Di heman demê de hêzên pasewanên sînorê Tirkiyê, duh pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Efrînê topbaran kirin.
Di wê derbarê de, rojnameya “Haber Turk” nivîsiye, ew yekîneya ku artêşa Tirkiyê li nêzîkî sînor li hember Efrînê bicih kiriye, bi topên giran gundên Efrînê û devera Şehbayê topbaran kirin.
Demek e artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor li nêzîkî Efrînê zêde dike. Berpirsên bilind ên Tirkiyê jî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Efrînê dikin û car caran jî wê herêmê topbaran dikin.