Xezalî bi merc piştevaniya referandûmê dike

Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehil El-Heq radigihîne, birêvebirina referandûmê mafekî destûrî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehil El-Heq radigihîne, birêvebirina referandûmê mafekî destûrî ye.

Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehil El-Heq Qeys Xezalî da zanîn, ew piştevaniyê li serferandûma serxwebûna Kurdistanê dike, bi merca ku nebe dewleteke dîfakto.

Emîndarê Giştî yê Tevgera Asayib Ehil El-Heq ragihand jî, Kurd xwe wek neteweke cuda dibînin, ew jî piştevaniya wan dikin, lê divê ev gav li gor destûrê bê kirin, ne bi siyaseta dîfakto.

Xezalî daxwaz ji Hewlêrê û Bexdayê dike, bi guftûgo nakokiyên madeya 140 çareser bikin.