Apple jî dorpêç danî ser Îranê

K24 – Navenda Nûçeyan

Yek ji berhemênerê herî mezin a telephone mobile yên cîhanî Apple jî, di çerçoweya dorpêçên Amerika bi ser Îranê de bikaranîna iOS ji AppStore ya iPhone nan rakir. Ev jî di bikaranîna iPhone de tê wateya ku, telefona mobile ya iPhone dibe wekî telefonek normal a mobile, bêyî funksiyonên pêşkeftî.

Ligor amaran li Komara Islamî ya Îranê, herçend firotinên fermî yên iPhone nayên kirin jî, ji sedî 11 a bazara mobile telefonan di destê Apple de ye.

Wezîrê telekomunikasyon ê Îranê Mihemed Cewad Azarî dilgiraniya xwe ji biryara Apple anî ziman.

 

 

Fly Erbil Advertisment