Nivîskarên Semsûrê piştevanê referendûma serxwebûnê ne

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Semsûra Bakûrê Kurdistanê, piştî qadên siyasî û civakî, qada wêjeyê jî peyama xwedîderketina li Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihand.
Nivîskarên Kurd ên Semsûrê ku zêdetir li ser pirs û pirsgirêkên Kurdan nivîskariyê dikin, da zanîn ku qada wêjeyê ji nêz ve pêvajoya amadekariya referandûmê dişopîne. Nivîskarê Kurd Ferît Gulgol dibêje ku; referandûm ji bo mêtingerên Kurdan bersiveke dîrokî ye.
Ferît GULGOL-Nivîskar, di wê dîtinê de ye:
"Di dema hikûmeta Sedam Huseyîn de operasyona Enfalê hat kirin û Kurd hatin qetilkirin. Piştî wê, kîmyasal avêtin Helepçeyê û 5 hezar Kurdan qetil kirin. Zilma li ser Kurdan a Hikûmeta Iraqê, êdî bes e."
Wekî hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê, li Semsûrê jî biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ji aliyê civaka bajêr ve bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û li gorî nûnerên civaka Semsûrê diyar kiribû; ev biryar digel kêfxweşiyê, wekî hêviyên dahatûyê jî hatibû nirxandin. Nivîskarê Kurd Abûzer Demîr jî li ser mijarê diyar dike ku; Kurd her dem di bin zilmê de bûne û têkoşîna wan jî her dem ji bo serxwebûnê bûye.
Abûzer DEMÎR dibêje:
"Xelkê Kurdistanê biryar daye ku qedera xwe bi destên xwe tayîn bike. Ev, mafê wan e. Divê hemû Kurdên li cîhanê di vî warî de alîkariya Kurdên Kurdistanê bikin."
Xelkê Semsûrê, ji destpêka biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25'ê Îlona 2017'an û heta niha; bi rêya nûnerên xwe yên qadên siyasî û civakî peyamên xwe ji aliyê xwedîderketina li serxwebûnê radigihînin. Xelkê bajêr jî di wê baweriyê de ye ku serxwebûna parçeyeke Kurdistanê, dê Kurdên her çar parçeyan bigihîne hev û ev yek jî dê bibe navgîna tifaqa Kurdan.