De Mistura “Veto” ji bo Kurd li Sûriyê pêşniyar dike

De Mistura pêşniyar kir, heger sîstema desthiladariyê li Sûriyê navendî be, divê mafê Veto ji bo Kurd hebe, li dijî her biryareke hikûmeta navendî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura pêşniyar kir, heger sîstema desthiladariyê li Sûriyê navendî be, divê mafê Veto ji bo Kurd hebe, li dijî her biryareke hikûmeta navendî.

Ajansa “AKI” a Îtalî belav kiriye, De Mistura li welatên bi pirsa Sûriyê û danûstandinên Cenêvê re pêwendîdar pêşniyar kiriye, divê ji bo Kurd mafê Vetoyê hebe, li dijî her biryareke hikûmeta navendî, heger ne li gor daxwaza Kurdan be.

Li gor wê ajansê, welatên bi pirsa Sûriyê pêwendîdar in, sîstema nenavendî li Sûriyê qebûl nakin, ji ber vê yekê jî De Mistura ew pêşniyar kiriye, ku bi vê yekê hikûmeta navendî nikare zorê li Kurd bike, heger Kurdan biryarek qebûl nekirin.

Herweha wê ajansê aşkere kiriye, ku Amerîka ew pêşniyara De Mistura red kirIye û De Mistura jî hêvî xwestiye komîteya  ku  wê rênimayên destûra Sûriya nû dane, bi wê pêşniyara wî razî be û Veto ji bo Kurdan wek mafekî dane.

 

Fly Erbil Advertisment