HSD: Ebû Emced şehîd bû

Serokê Encûmena Leşkerî a Minbicê Ednan Ebû Emced li Reqayê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced li Reqayê hate kuştin.

Serkirdayetiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, Serkirdeyê Encûmena Leşkerî a Minbicê Ednan Ebû Emced roja 29 Tebaxê de di şerê kontrolkirina Reqayê de hate kuştin.

Piştî şehîdbûna Ebû Leyla di dema kontrolkirina bajarê Minbicê di 5ê Hezîrana 2016an de, Ebû Emced ku ji pêkhateya Ereb e serkirdayetiya Encûmena Leşkerî a Minbicê kir.

Ednan Ebû Emced di şerê rizgarkirina Kobanî, Girê Spî, Bendava Tişrînê, Minbic, Holê û Şedadê jî beşdarî kiribû.