HSD 155 kesên bi tuhmeta DAIŞê girtî bûn, azad dike

Li Tebqayê bi lêborînekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 155 çekdarên ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tebqayê bi lêborînekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 155 çekdarên ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, serbest berdan.

Serkirdayetîya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê ya Navxweyî û HSDê li bajarê tebqayê û li ser daxwaza Encûmena Sivîl a Tebqayê û Encûmena Lihevhatinê ya olên deverê, 155 girtî ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, serbest berdan.

Li gor ku HSDê ew 155 kesên hatine azadkirin, destên wan di kuştinê de nebûn.

Li gorî wê daxwaza Encûmena Sivîl a Tebqayê, ew lêborên di çarçova çejna Qurbanê de hatiye û proseya berdana girtiyan û lihevhatinê dê berdewam be.

Ev ne cara yekemîn e li Tebqayê welatiyên Ereb ên ku bi tuhmeta DAIŞê li cem HSDê girtî bûn, tên berdan. Roja 10 Tîrmehê jî 38 kesên pêwendiya wan bi DAIŞê re hebûn hatin azadkirin.

 

Fly Erbil Advertisment