Li Şirnex û Çêwlikê 2 pasvanên ewlekariyê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Şirnex û Çêwlikê 2 pasvanên ewlekariyê hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Li bajarê Çêwlikê gundê Alincikê di navbera endamên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şer derket. Di encamê de pasvanekî ewlekariyê hate kuştin û yek jî birîndar bû. Piştî pevçûnê operasyonek berfireh li dijî PKKyê hate destpêkirin.

Herwiha li bajarê Şirnexê navçeya Qilebanê jî pasvanekî ewlekariyê ber deriyê mala xwe ji aliyê endamên PKKyê ve hate kuştin.

Ji alîkî din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê jî ragihand ko li bajarên Colemêrg û Qersê di encama operasyonan de 9 endamên PKKyê hatine kuştin.

 

Fly Erbil Advertisment