Sê Pêşmerge birîndar bûn

Ji ber teqîna bombeyekê li sînorê bajarokê Qeretepe, 3 Pêşmerge birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber teqîna bombeyekê li sînorê bajarokê Qeretepe li başûrê Kerkûkê, 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Germiyan ragihand, îro danê sibê bombeyeke çandî li nêzîkî bajarokê Qeretepe bi hêza Pêşmerge de teqiya, di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn, birîna Pêşmergeyekî jî giran e.

Di dema borî de DAIŞê çendîn teqîn li wê navçeyê encam dane û hejmarek ji welatiyên navçê revandin û kuştin.

 

Fly Erbil Advertisment