Rêxistina Berçav li Kobanê dest bi çalakiyan dike
Rêxistina Berçav ya pêgehandina şiyanan ji nû ve vedigere bajarê Kobanê, wek yekemîn saziya civaka sivîl piştî rizgarkirina bajêr.
K24 – Kobanê
Rêxistina Berçav ya pêgehandina şiyanan ji nû ve vedigere bajarê Kobanê, wek yekemîn saziya civaka sivîl piştî rizgarkirina bajêr.
Karmendên Rêxistina Berçav tekez dikin ku vegera wan di vê demê de hat, da ku bibin beşek di avakirina şiyanên civakî li Kobanê de. Herwiha başdarbûn û alîkarkirina rêveberiya wan herêman.
Rêvebirê Rêxistinê Berçav Farûq Hecî Mistefa ji K24ê re wiha axivî: “Me xwast em bibin beşek ji çalakiyên vê rêveberiyê, rêveberiyên ku li Sûriyê têne avakirin baş e ku mirov di nava wê de be. Em hatin ta li kêlek xelkê xwe bin û di civakê de kar bikin û em karibin ligel serkirdeyên xwecihî bicivin.”
Di destpêka karê berçav de 20 karmendan di navenda Kobanê de cihê xwe girtin, ligel herdu şaxên wê yên li Girê Spî û Minbicê, destpêka xebatên wê çalakiyên derbarê demokrasî û aştiyê dest pê kirin, li gel xebatên ragihandinê û berevaniya ramanan.
Rêvebira Navenda Berçav li Kobanê Narîman Silêman jî ji K24ê re got: “Berçav hewl dide li Kobanê li ser gelek tiştan kar bike, ji wan jî pêgehandina siyanan, çavdêrî û şopandin, ragihandin û avakirina projeyan in.”
Rêxistina Berçav di Adara 2013an de hat avakirin, li gorî rêveberiya rêxistinê ku ta niha bi dehan çalakiyên civaka sivîl lidar xistine, ligel organîzekirina hin çalakiyan bi saziyên navdewletî û herêmî. Tîma Berçav hewil dide ku radiyoya Berçav FM di pêşerojê de li kobanê bi rê bixe.