Kuştina kolberên Kurd, karvedaneke berfereh bi xwe re tîne

Piştî ku roja 4ê vê mehê li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê gule bi ser hejmarek ji kolberên Kurd de berdan û 2 kolber hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku roja 4ê vê mehê li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê gule bi ser hejmarek ji kolberên Kurd de berdan û 2 kolber hatin kuştin, karvedaneke berfereh bi xwe re anî û welatiyên Banê derketin xwepêşandanan, li gor zanyariyan jî 5 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyekê de kuştina kolberên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi binpêkirina mafên mirovan binav kir û daxwaz ji berpirsên Îranê dike, ku êrîşa li ser xelkê Kurd yê nerazî rawestîne û dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne.

Di daxuyaniyê de hevxemiya xwe ligel bajarê Banê derbirî û kuştina kolberên Kurd bêdengkirina xelkê nerazî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve şermezar kir. Daxwaz jî kir dawî li çewsandina xelkê bîne.

Her derbarê wê bûyerê de, Dadwerê Giştî yê Sineyê Mocteba Şîrod aşkere kir, duh şandeke ji dezgeha dadweriyê û fermandarên leşkerî yên ser sînor şandin cihê bûyerê û bi tuhmeta teqekirin li kolberên Banê, 5 kesên ji hêzên sînor desteserkirin, ku pêwendiya wan bi kuştina kolberan re hene.

 

Fly Erbil Advertisment