YNK bo pirsa referandûmê û parlementoyê dicive
Biryar e îro Polîtburoya YNKê ji bo gotûbêjkirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê li Silêmaniyê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê li Silêmaniyê bicive.
Li gor zanyariyên K24ê, di civînê biryar e pirsa referandûmê, aktîvkirina parlementoyê û hilbijartina serokatî û parlementoya Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Ev civîna Polîtburoya YNKê di demekê de ye, duh 5 Îlonê YNK û Tevgera Goranê li ser pirsa referandûm û aktîvkirina parlementoyê civiyabûn, li gor zanyariyan jî civîn bê encam bidawî bûbû.